Print this page

UNICEF: 230 milyon zarok li cîhanê di rewşek xirab de ne

RojavaNews : Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Zarokan (UNICEF) ragihand ku ji her deh zarokan li cîhanê yek li navçeyên şer û pevçûnan dijî û bi sedan zarok li Sûriyê, Îraq, Başûrê Sûdanê û Komara Afrîka navîn de di rewşek bi xirab de dijîn.

 

Di raportek nû de ya UNICEF ku duh 30 Hizêranê li paytexta Elmaniya Berlîn hatibû belavkirin hatye ku “230 milyon zarok niha di herêmên ne aram de dijîn bi rêjeya ji dehan yek li gorî pêşbîniyên UNICEF.”

 

Herwiha raporta ku di bin navnîşana “Zarokên li ser eniyên Şer” de hatibû belavkirin amajeyê bi rewşa xirab ya sedan zarokên Sûriyê û Îraqê dike û dibêje ew di bin gefa revandin û kuştinê de dijîn.

 

Ji aliyekî din ve raportê bal kişandiye ser kiryarên rêxistinên terrorist wek rêxistina DAIŞ û Boko Heram ku ew li ti yasayan mukir nayên û komkujiyan dikin. Û “dikrin bi sedan xortan ji derdora cîhanê tevlî refên xwe bikin di rêya Îdyolociya xwere ku xwedî bandore li ser xortan.”

 

Herwiha UNICEF bangewazî li weltên cîhanê kirye ku ne bitenê ji bo xwarin û ava van zarokan bixebitin lê belê divê pêdawîstiyên xwendin û fêrbûnê jî peyda bikin.