Rojava News: Kampa Dareşikran yek ji kampên mezine li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 3000 malbatên penaberên Kurdistana Suriyê li xwe digre .
Kampa dareşikran û ji ber hijmara mezin ya penaberan 3 dibistan têde hene , qûnaxa sertahî , navendî û amadehî .
Lê peyamnêrê ajansa ROJAVANEWS berê xwe da dibistana seretayî ji ber ew bingeha serekeye ji bo avakirina zarokan .
Li dibistana seretayî gelek kêşe û astengî tên dirûst kirin :
Kêşeya xwendevanan :
Dibistana seretahî ji 750 xwendevanan ku li ser 12 polan tên dabeşkirin pêktê , wate tê ku her polek nêzîkî 65 xwendevanan li xwe digre , û piçûkbûna polan dihîle ku riya xwendevan teng bibe .
Ev dibistan di bin serpiriştiya Rêxistina navdewletî UNICEF deye, ku rêbazên kêm netewan têde didin xwendin û li gor kardroyên xwendinê ku bawernameya van rêbazên ji aliyê navdewletî ve itîraf pê hatiye kirin .
Herweha ta niha cilûbergên dibistanan li ser xwenevan ne hatine belav kirin , ku par ew cil û berg ji aliyê rêxistina Zhin ve hatin belav kirin .
Kêşeya mamosteyan :
Kadroyên xwendinê ji penaberên di hundirê kampê dene û ew kadro di riya girêbestên kar ji aliyê UNICEFê ve tên hilbijartin lê bi pereyên kêm û karekî gelek rojên xwe di nava xwendevan de diqedînin , ku her mamosteyek her mih 250 dolaran werdigre û li gor jiyana li Herêma Kurdistanê ev pere gelek kêmin .
Ji alîkî din ve Piraniya kadroyên xwendinê ne pisporin , lewma ev babet pirsgirêkan çêdike , ji ber ku qûnaqa seretayî gunaxeke hestiyare û pêwîstiya wê bi kadroyekî pispor heye û bi taybet ku ew kadro heye lê nayin qebûl kirin .
Helebçe Sedûn