Roja “Roja tekoşina li dijî tund û tûjiya beranber jinê ya navneteweyen”
25ê mijdara 1960a de li komara domînik 3ê xwişkê bi nave Patria, Minerva û Maria ku dijbereyê rejima Trujîlllo bun. Piştî ku ji aliyê leşkerên rejimê ve rastî tundû tûjî û destdirêjiya seksî hatin, bi destê hemen hêzan ve hatin kuştin.
Ji ber wê jî 25 ê mijdara 1960 roja kuştina wan keçan bû minvaleke girîng ji rojeke nawnetewayî re.
Di sala 1981 de komcivîna jinên Emrîkaya Latînî li hev kom bû, û ji bo yadkirina salvegera kuştina xuşkên Mirebal, 25ê Mijdarê wek Roja tekoşina li dijî tund û tûjiya beranber jinê ya navnetewî îlan kirin.
Piştî vê îlanê Netewayên Yekbuyî jî di sala 1999a de ev roj weke “ Roja nawneteweyan ya tekoşina Ji holê rakirina tundû tûjiya beranber jinê” îlankir.
Xuşkê Mîrebal li welatê xwe ji bo azadiya siyasî bi lehengî tekoşina li beranber rejima dictator Rafael leonidas Trujillo bilindkirin. Bi caran hatin zindankirin, cara talî jî piştî şiddet, işkence û destdirêjiya zayendî hatin kuştin û gotin bi qezaya otomobîlê mirine. Lê bele xelkê Domînik zanibûn ku rastî ne ewe, ji ber wê yekê jî nerazîbunek mezin di dilê wan de ava bû.
Dema xuşkê Mîrabel karê siyasî dikirin leqabê xuşkekê ji wan Mîrabel yanî “Pelistank” bû, ji ber wê yekê jî her sê xuşk bi nave pelistank hatin yadkirin.
Roja kuştina Xuşkên Mîrabel li astê cihanê li dijî newekheviyê, cudakariyê, tund û tûjiya nav malbatî, li dijî şer, li dijî nîjadperestî û neteweperestiyê piştevanîya jinan di xonê, dengê jinê bilind dike û weke pelistanka baskan li hevdixê ji bo fire.
Di 25ê mijdarê de li her çar quncikê cihanê rêxistinên jinê, rêxistinên Mirovî ji bo ku tund û tûjiya beranber jinê bi dawî bînîn, ji bo ku hurmetê ji mafê jiyanê re bilindbikin gelek çalakiyan li dardixin.
Îro piştî 1960an 55 sal derbasbûn ne jinên yekemîn yê rastî tundû tujiyê hatin û bi cûrekî ne mirovane hatin kuştin xuşkê MÎRABElL bun, ne jî jina ducanî ku di xwepeşindana de rastî tundû tujiyê hat ya dawî bû.
Tundiya li beranber jinê kû tê meşandin mijareke hewbeş ya hemû jinaye, bi corekî gerdunî û rêbaziye tê meşandin.
Di rojame de tundiya ku xwe spartiya zayendî bi grêbestê Netewayê Yekbûyî wek binpêkirina mafê mirovî yê gerdunî hatiye pesendkirin.
Ew binpêkirinên di wê grêbestê de cîh digrin evin;
Binpêkirina mafê ewlehiya kesayetî.
Binpêkirina mafên parastina bedenî û tenduristî
Îşkence kirin
Kêmxistina mirovî û zayendî
Ew kiryar weke kiryarên ne mirovane têne dîtin û rast û rast dikevê bendên binpêkirina mafê jiyanê.
Dibin wan diruşma de li hemû cîhanê jin û rêxistinê mafê mirovî bi hevdûre dengê xwe li qadan bilindikin.
Sinem Bakir