Print this page

Li Ûrmiyê di heyama 8 mehan de 840 kes hatin kuştin

Rojava News: Li bajarê Ûrmiyê ya Kurdistana Îranê, di nava 8 mehan de 840 kes bi awayekî neyasayî hatin kuştin û 19 kes jî bi kêran hatin birîndarkirin.

Li gor agahiyên ku ji Rêveberiya Pizîşkî ya Parêzgaha Ûrmiyê bi dest ketine, di 8 mehên derbasbûyî de 840 kes bi awayekî neyasayî û şêwazên cûda hatine kuştin.

Li gor ajansa Fars, Rêveberê Pizîşkî û Yasayî yê Ûrmiyê Resûl Rewşenî di gotûbêjek de rapora herî nû ya di vê derbarê de aşkere kiriye.

Li gora nûçeyê, Resûl Rewşenî got: ‘’Di heyama 8 mehan de 659 zilam û 181 jin di encama bûyerên cuda û bi awayekî neyasayî jiyana xwe ji dest dane. Ji wan, 18 kes di avê de xeniqîne û 19 kes ji bi çekên sar (kêran) jiyana xwe ji dest dane.’’

Rewşenî amaje bi wê yêkê kir ku di vê salê de li gor salên derbasbûyî ji ber bûyerên pevçûnê mirin ji sedî 5 kêmbûye, herwaha di avê de xeniqandin ji sedî 13 kêm bûye.

Herwaha di rapor û daxûyaniya Pizîşkê û Yasayî yê Parêzgaha Ûrmiyê de bûyerên kuştinê yên li ser sînor cîh nagrin. Bi taybet li ser sinor kolberên Kurd di bin navê karên qeçax û ne li rê de, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ew tên kuştin.

13:16:08