Rojava News: Roja Duşemê ajansa Faris ya Eyranî ragehand ku komara Îslamiya Eyranî navoka Arakê ya navokî jê bir wekî gavekê di pêkanîna rêkeftina Eyranê di gel Tiroykayê ku sentera etomî ya bi ava giran bikar tê ,wekî gavekê ji bo bikaranîna rekeftina Eyranê bi her 6 hezên cîhanî re ,di vê mijarê de Ajansa Faris ya Eyranî ragehand ku Komara îslamiya Eyranî naveroka senterê etomiya xwe yê Arakê jê bir û şûna wê tije çemento kir weku bendên rêkeftinê.
Çavdêrên siyasî dibêjin ku ev pêkanîna rêkeftinê ji aliyê Eyranê ve wê dergehê rakirina sizayên abûrî ji ser Eyranê veke.
Berpirsekî Eyranî dibêje:” welatê me pêşwext bendên rêkeftinê bicî kir”. Her di vê mijarê de Serokwezîrê Amerikayê Con Kêrî got :" Em gelekî nêzîkî bicîkirina rêkeftina me di gel Eyranê ne û tenê roj mane dinavbera me û bikaranîna rêkeftinê ."
Ji aliyekî din ve berpirsa Yekîtiya Ewrupayê Fidrîka Mogîrînî got : "belku di demeke nêzîk de sizayên abûrî yên Ewruayê bêne rakirin ji ser Eyranê".
Tê zanîn ku Tehran û hêzên cihanî yên zil hêz û Almanyayê li Cinêvê di sala bûrî de rêkeftin ji bo çarenivîsa navokiya Eyranê.
Hisên Şakir
13:37:38