Print this page

Di meha derbasbûyî de 134 welatiyên Kurd bûne qurbaniya koçberiyê

Rojava News: Yekîtiya Giştî ya Penaberên Iraqê ragehand ku, di meha derbasbûyî de 134 welatiyên Kurd ji Herêma Kurdistanê li ser koçberiyê bo Ewrûpa di deryaya Eyga de jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Yekîtiya navborî li Herêma Kurdistanê Deştî Cemal, duh di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku, behtirê wan qurbaniyan jin û zarok in. Daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku ew qaçaxçiyên Tirkiyê siza bikin û fişarê li Hikûmeta Tirkiyê bikin ji bo ku ew rê li qaçaxçiyan bigrin.

Li gorî hin zaniyariyan hindek ji wan qaçaxçiyan, belemeyên ku koçberan pê vedughêzin kul dikin jibo ku penaber bixeniqin û hemû pereyên wan bibin piştre jî xeberê didin polis.

9:24:18 AM