Print this page

Kirîza Şekir li Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Rojava News: Nemana şekir di bazarên Rojavayê Kurdistanê berdewam e, û PYDê jî tenê bi rêya komînên xwe şekir li ser alîgrên xwe belav dike, rêjîma Esed jî dibêje rêxistina DAIŞê rê nade madeyên xwarinê derbasî parêzgeha Hesekê bibin, û jêderên taybet dibêjn ku rojane şekir di deriyê Sêmalkayê re derbas dibe lê PYDê wê yekê kontirol dike.

Li gor welatiyên navçeyên parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ku partiya PYDê bi rêya komînên xwe madeya şekir kirine mijara rojane û xewna wergirtina yek kîlo şekir di jiyana xelkê de, û êdî di mizgeftan de bang dikin ku wê ji bo her malbatekê dû kîlo şekir bên belavkirin bi rêya komînên wan re.

Ji aliyekî din ve partiya PYDê bi rêya ragihandina xwe dixwaze welatiyên Rojavayê agehdar bike ku sedema nemana şekir dergehê Fîşxabûr yê başûrê Kurdistanê ku nahêle  şekir derbasî rojavayê Kurdistanê bibe yan jî baceyeke bilind datiyne li ser şekir ta derbasî rojavayê Kurdistanê bibe.

Ji bo vê mjarê ARKê peywendî bi gelek bazirganên rojavayê Kurdistanê re kir û tekez kirin ku rojane ew şekir di rêya dergehê Sêmalkayê re derbasî rojavayê Kurdistanê dikin bi şêweyekî normal weke berê, û tû baceyên nû ji aliyê başûrê Kurdistanê ve hatine danîn, lê belê partiya PYDê fişarê li ser wan bazirganên şekir dike û nahêle ne bi rêya komînên wê be were belavkirin, û eger peyda bibe jî bi nirxekî giran dûbar yan jî sêbare li nirxê xwe yê kevin tê firoştin.

Her li ser vê mjarê duh rojnameya Tişrîn ya nêzîk rêjîma Esed belav kiriye ku yek kîlo şekir li parêzgeha Hesekê di navbera 1000-1200 lêreyên Sûriyê tê firoştin.

Xazî Nas rêvebrê bazirganya navxwe ya bi ser rêjîmê ve li Hesekê ji rojnameya navborî re raghand ku sedema tinebûna şekir li parêzgeha Hesekê û gelek madeyên din yên xwarinê vedigre kontrolkirina komên çekdar yên terorîst ji rêyên sereke yên tê parêzgeha Hesekê û nahêle tu barhilgir derbasî parêzgehê bibin, lê ew yek li gorî şirovkaran ne raste ji ber ku eve derdora dûslane ew navçe dibin kontrola DAIŞê de ye, û hemû made bi hevrêzî dinavbera bazirganan de derbas dibûn, çima niha derbas nabin?

Partiya PYDê berdewam astengyan di jiyana kurdên rojavayê Kurdistanê de peyda dike, carnan şekir û carnan jî xaz yan jî madeyên din, û dixwzae ji welatyan re bêje bê PYDê cihê we li rojavayê Kurdistanê tuneye, xwe bavêjin komînên me ta em kîloyek şekir bidine we, û eger tu nebêjî bê serok jiyan nabe divê tu çayê bê şekir li rojavayê kurdistanê vexwe.

11:10:23 AM