Print this page

Şekir di destê komînên PYDê de ye

Rojava News: Xelkê Kurdistana Sûriyê zehmetiya gelek tiştan dikşînin, mîna kêmbûna xizmetguzariyan di jêr desthilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de, ku di dema dawî de krîzeke mezin rastî welatiyên deverên Kurdî hatiye, ku  ew jî nebûna yan kêmbûna madeyên sereke yên xwarinê ye. Şekir careke din navê wê vedgere holê ku madeyeke sereke ye, niha li bazarên Kurdistana Sûriyê kêm bûye, û eger hebe jî, dê bi nirxekî gelekî buha bê peydakirin, da ku em nas bikin sedema vê yekê çi ye me hin nerîn wergirtin.

Ebilqehar Yûsiv li ser vê kirîzê dibêje  ku ev yek ji derewên desthilata Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê ye, "şekir di kogehan de komkirî ne, ku ew kogeh yê wê partiyê ne, lê ne bi awayekî eşkere. Ev yek lîstike ji aliyê PYDê ve, ku Kurdistana Sûriyê kiriye biyaban di rêya sepandina fermanên xwe yên çewt re. Em dizanin bê şekir di wan kogehan de genî bûye, lê niha dernaxin ji bo  buha bifroşin". 

Mihdî Ebdilezîz wisa li ser vê yekê dibêje:"Kirîza şekir pîlankirî ye, armanc jê ew e, ku bêtir pereyan bidest bixin, û xelkek zêde koçber bibe û ya giring ew e ku şekir di rêya wan re were belavkirin, û xelk bikevin bin destê wan de, û tenê bidin kesê ji wan re dibêje erê.

Adil Ibrahîm- Hesekê

1:36:25 PM