Print this page

Hejmara qurbaniyên kirîza Sûriyê giha 270 hezar kesî

Rojava News: Li gor amar herî dawî, bêhtir ji 270 hezar kesî di Sûriyê de hatine kuştin, di nav wan de bêhtir ji 80 hezar sivîl hene.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku, ji destpêka krîza Sûriyê de ji Adara 2011an ve heta îro, bêhtir ji 271 hezar û 138 kes li Sûriyê hatine kuştin.

Rewangehê diyar kir ku, ji nava wê hejmarê 79 hezar û 997 sivîl in, jê 13 hezar û 597 zarok in.

Herwiha Rewangehê diyar kir jî ku 46 û 452 çekdar ji grûpên îslamî, 44 hezar jî ji cîhadiyan (DAIŞ û Eniya el-Nusra) hatine kuştin. 97 hezar û 842 leşkerên rêjîmê û milîşyatên ku pê re şer dikin, hatine kuştin.

Ji Avdara 2011an de, şoreşa Sûriyê bi xwepêşandên aştiyanê dest pê kir, piştre jî bû krîzeke çekdarî, ku gelek bajar û gund wêrn bûn û bêhtir ji 10 milyon Sûrî penaber bûn.

11:15:34 AM