Print this page

Hilgirtina çek li bal zarokan metirsîdar e

Rojava News: Hilgirtina çek li bal zarokan metirsîdar e ûhilgirtina çek li bal gellek zarokan dilxwestin û modeyeke.
 
"Ez ji malê dernakevim ta ku hûn cilekî leşkerî ji min re çê bikin û damançekê ji bo min dabîn bikin" ev gotinên zarokê bi navê "Şivan" yê ku temenê wî 9 saliye, ku her dem ji malbata xwe re dibêje.
 
Şivan ne tenê dixwaze çekan hiligire, lê gellek zarok hene amade ne ji dev lîstikên xwe û cilên xwe berdin û çek hilgirin.
 
Diya Şivan ku temenê wê 40 saliye wiha dibêje "Şivan hemû cilên li bazarê red kir û xwest ku cilê leşkerî lixwe bike û damançeyekê hilbigre da ku xwe  bike mîna şervanên li ser telvizyonê derdikevin û yên wan li kolanên bajêr dibîne."
 
Zarok ji her kesekî bêhtir bandora tiştê ku li ser zemînê çê dibe li ser wan heye, "Cîhan Abid" ku di karûbarê civakî de dixebite dibîne ku dilxwestina zarokan ji xelasbûna cîwarê wan dihêle ku ew çavlêkirina cadeyê û li her tiştekî nû bikin da ku dema xwe winda bikin, lê Zarok ji her kesekî bêhtir bandora tiştê ku li ser zemînê çê dibe li ser wan heye û ji bo vê yekê divê dê û bav çavdêriya reftarên wan bikin da ku metirsiya dilxwestina hilgirtina çek li bal wan di paşerojê de zêdetir nebe.
 
"Mislih bavê Alan" ku yek ji rîsipiyê taxa Kornîş e wiha dibêje: "Ev yek nexweşiyeke metirsîdar e û sedma vê nexweşiyê ew e ku zarok bi dorûberê xwe bi bandor dibin û gengeşeyên malbatê li ser rewşa niha jî dihêle ku çek bibe xwesteka wan, dema ku ev yek belav dibe gellekî metrisîdar e ji ber ku me dît li ser ekranan çawa zarokên ku temenên wan di jêr 10 salan de ne li Afganistan,Somalê çek hilgirtibûn."
 
Belavbûna çek li cadeyê egera vê yekê bêhtir kir li Qamişlo û li gellek bajarên Sûriyê, lê li Qamişlo bajarê ku pêkhatiyên wê Kurd,Ereb û Xiristinan in ji hemû bajaran bêhtir rastî şêlûpêla hilgirtina çek tê bi sedema pirrbûna grûpên çekdar mîna YPG, hêzên bergiriya niştîmanî û Sotoro û hêzên rejîma Esed û ketîbeyên opozîsyonê li gundwarê bajêr.
 
Mamosteyê zimanê Erebî "Cabir Elî" li ser sedema vê yekê wiha dibêje: "Sedema hilgirtina zarokan ji çek re vedgere malbatên wan, ji ber ku hestpêkirina wan ji çavlêkirina zarokan derbarê tiştê ku mezin dikin nîne bi taybet di warê çek  û belavbûna çekdariyê de û ev yek belkû demkî be yan jî dê bandora wê li ser paşerojê hebe."
 
Hin kes li ser vê mijarê dibêjin  piştî şêlûpêla çekê di cadeyê de hişt ku hilgirtina çekê li bal zarokan modeyeke nû be û ev yek gihişte nifşê ku temenên wan di ser 18 salan de ne û gellek wêne li ser tora facebookê hatin belavkirin ku xortên ku temenên wan di navbera 18-30 salî de, cilên leşkerî lixwekiribûn û çek jî hilgirtibûn.
 
Aram Ibrahîm – Qamişlo