Print this page

Di selvegere şeşemîn ye Dehamê Mîro, kurteyek li ser jiyana wî

4:55:40 PM

RojavaNews: Weke îro angu di duyê mijarê de, sala 2010 sekreterê berê yê patriya dîmuqrata kurd li Sûriyê û xebatkar dehamê mîro koça xwe ya dawyê kir, bi kesayetiya xwe ya niştîmanperwer dihat naskirin, û jiber wê yekê gelek caran rastî girtin û astengiyan  ji aliyê rêjîma be's ve dihat.

Hecî dehamê mîro, ji daykbûyê sala 1921 li gundê sêgirka mîro yê bi ser bajarê Dêrkê yê rojavayê kurdistanê ve ye, û piştî damezrandina yekemîn partiya kurd li Sûriyê, Mîro tevlî karê siyasî û xebatê bû..

Sala 1968 an ji ber kar û xebata xwe, regeznameya wî ya Sûriyê jê hat kişandin, û dê weke kesekî biyanî bênasname angu ecnebî ma.

Piştî nakokiyên siyasî li rojavayê kurdistanê di navbera kesayetî û aliyên kurdî de rûdayn, Mîro li kongirê Yekîtya Partiyê li navçeya nawberdan sala 1970  , ku bi ser pereştiya nemir Mela Mistefa barzanî hatbû li darxistin, amadebû, ku di encama wî kongirê de û ji bo dubare yekbûna partiyê, serkirdayetyeke qonaxî hat destinîşankirin, mîro jî yek ji endamên wê serkirdaeytiyê bû, lê piştî vegera wan bo rojavayê kurdistanê hewlên wê serkirdayetiyê ji bo yekbûna Partiya Dîmuqrata kurd li Sûryê bi serneket.

Sala 1972an  di kongirê yekem yê Partiyê li navçeya bamernê ya başûrê kurdistanê, weke sekereterê Partiya Dîmuqrata kurd li Sûriyê hat hilbjartin

Di yekê tebaxa sala 1973an  hêzeke ewlekariya rêjîma be'si êrşî mala wî li gundê mozelanê yê bi ser Dêrkê ve kir û ew girt, û di  heman rojan de, û ji ber siyastên rêjîma be'es yên li dijî hebûna kurdan li Sûriyê û doza kirdî, û ji ber dijatiya mîro ji pirojeya zinara Erebî ya Mihimd Teleb Hilal gelek serkirdeyên din jî  ji aliyê rjêma be'si ve hatin girtin mîna Mihimd Nezîr Mistefa, Kin'an Ekîd , Xalid Meşayx, Mihemed fexrî, Ebdele Mela Elî  û Şêx amîn kulîn, hatin girtin, Mîro şeş sal û heşt mehan di zîndanê de ma, sê salan di zîndana navxweyî li şamê, û piştî di zîndana alqil'e li Helebê, û eger malbata  Mîro seredana wî kirbaya, diviyabû bi zimanê Erebî pêre bi axvin, û piştre serbest hat berdan..

Bavê Mîro bixwe jî, yek ji endamên komîta sazkirina sînor di navbera Tirikyê û Sûriyê de , di salên sihî de bû.

Di hevdîtneke xwe li gel kovara alhwar, di 19 . 2 . 2010, mîro nameyek ji bo tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê re şand û got ku di vê tevgera siyasya kurd li Sûriyê ji xwere lêvegereke kurdî avabike ku bibe jêdera biryara kurdî û bi karbe nûneratiya gelê kurd bi tevahî bike,

Di rojeke weke îro de, ango di duyê mijdara sala d2010 , Hecî Dehamê mîro koça xwe ya dawiyê kir, û di merasîmeke berifreh ku tê de bi hezaran welatiyên rojavayê kurdistanê û partiyên siyasî û rêxistin tê de beşdarbûûn, mîro li gundê xwe, mozelanê yê bi ser Dêrkê ve, bi xakê hat sipartin.