Print this page

Di sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê de şer derket!

02:56:27

 

Rojava News: Li sînorê eniya Ermenîstan û Azerbeycanê de şer derket û hat zanîn ji artêşa Azerbeycanê ziyanên giyanî di encama pevçûnan de pêkhatine.

Li sînorê eniya Ermenîstan û Azerbeycanê de, şer û pevçûnên tund tên jiyan kirin û hat zanîn artêşa Azerbeycanê ziyanên giyanî dane. Vê derbarê de wezareta berevaniya Azerbeycanê daxuyaniyek da û ragehand, artêşa Ermenîstanê şeva borî hemû çeperên artêşa Azerbeycanê dane ber topan û erîş pêkanîne.

Hat gotin li eniya Hocavend û Fuzulî, artêşa Ermenîstanê xwestiye hin çeperan bidest bixe û ji ber vê yekê jî di navbera artêşa Azerbeycan û Ermenîstanê de şer û pevçûnên tund hatine jiyan kirin û di encamê de artêşa Ermenîstanê naçarî paşde kêşanê bûye.

Herwaha wezareta berevaniya Azerbeycanê ragehand, di wan şer û pevçûnên şeva borî 24-25.02.2017ê windahî dane lê derbarê hejmara windahî û kuştiyên xwe de ti agahî nedan.

Herwaha hat zanîn artêşa Ermenîstanê, çeperên Azerbeycanê bi topên giran bombebaran dike û artêşa Azerbeycanê jî bersiv dide.