Print this page

8 gundên Telaferê ji DAIŞê hat rizgarkirin

00:34:35

 

Rojava News: Heşdî Şebî bi daxuyaniyekî ragihand ku îro ji dû baskên cûda vê êrişî herêmên bin kontrola DAIŞê kirine û di encamê de jî 8 gundên Telaferê rizgar kirin.

Heşdî Şebî daxuyaniyek têkildarî çalakiyên hêzên xwe yên îro lidarxistine da û diyar kir ku "Hêzên Heşdî Şebî îro serê sibê ji du baskan ve bi beşdarkirina tabura 32 û tabûra 2an ji bo rizgarkirina Rojhilatê Telaferê operasyonek dane destpêkirin. Tabûra 45, tabûra 40, tabûra 11an jî baskê rojavayê bajêr ve, bi alîkariya hêzên ezmanî perasyonek li hember Telaferê dan destpêkirin. Di vê çarçovê de 8 gund hatin rizgarkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Heşdî Şebî kariye hedefên danîbû pêş xwe pêk anî ne.