Print this page

Kurtulmuş: Di hemû serdanên Barzanî bo Tirkiyê me alaya Kurdistanê bilind kiriye

Rojava News: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş, li ser bilindkirina Ala Kurdistanê ya di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand ku, di hemû serdanên Serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê alaya Kurdistanê tê bilindkirin.

Îro piştî civîna Encûmena Wezîran a Tirkiyê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş kongereyek rojnamevî lidarxist, tê de ragehand ku, ev ne cara yekemîn ew alaya Kurdistanê bilindikin, da zanîn ku, di hemû serdanên Barzanî bo Tirkiyê wan bilindkiriye.

Herwiha Kurtulmuş diyar kir ku, bilindkirina alaya Kurdistanê rêkareke dîplomasiyê û li gor destûra Iraqê guncaw e.

Duh, di  pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê û Firokexaneya Esenboga ya Enqerê, Ala Kurdistanê bilind kiribû.