Print this page

Stenbol: tênê li wî bajarî 540 hezar penaberê Sûriyê hene!

21:55:56

 

Rojava News: Li gor rapora Atolyeya Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê (MBB) ya Polîtîkayên Koçê hejmara penaberên Sûriyê yên tenê li bajarê Stenbolê 540 hezar e.

Di rapora MBBê ku bi hevdîtinên rûbirû hatiye amadekirin de, hat desnîşankirin ku hejmara penaberên Sûriyê yên li Stenbolê gihîştiye rêjeya 3.67 a tevahiya serjimariya bajêr.

Li roparê ji meha Nîsanê ya 2011an ve 5 milyon penaber derbasî Tirkiyê bûne û niha jî 3.2 milyon Sûriyeyî li Tirkiyê dijîn ku 2.8 milyonên wan dibin parastina demkî de ne.

Herwiha li nav kampên penaberan jî 300 hezar Sûriyeyî dijîn ku hat zanîn, li seranserê Tirkiyê 230 hezar zarokên Sûriyeyîyan hatine dinyayê.