13:47:09
Rojava news: Fermandarê leşkerî yê hêzên hevpeymana navnetewî ya dijî rêxistina terorîsta a DAIŞê ragehand, piraniya wan kesên nêzîk xelîfeyê rêxistinê hatin kuştin.
Fermandarê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê General Stephen Townsend di daxuyaniyeke videoyî de ragehand, naha hejmara çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê derdora 12-15 hezar çekdar de ye.
General Stephen Townsend herwaha ragehand; Hêzên hevpeyman berdewam rêveberên rêxistinê kirine armanc û piraniya rêveberên derdora xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî hatin kuştin.
Herwaha li gor Stephen Townsend beşek ji çekdarên DAIŞê li Mûsilê direvin û beşek jî di bin ferman û rênmayiyên Ebubekir Bexdadî de dimînin û heta tên kuştin jî şer dikin.