Print this page

Çawuşoglu:Emê bi zorê YPG ji bajarê Minbicê derxînin

22:39:57

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu ragehand ku, eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê venekişe, ewê wan bi dare zorê derxînin

Mewlûd Çawuşoglu îro li Enqerayê di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku,  armanca operasyona Mertala Feratê parastina ewlehiya Tirkiytê ji çekdarên DAIŞê û YPG.

Çawuşoglu da zanîn ku, Hikumeta Tirkitê ji Amerîkarê gotine eger Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê venekişe, ewê wan bi dare zorê derxînin û şerê wan bikin.

Herwiha di wê daxuyaniya xwe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu tekez kir  ku, pêwîste Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi zûtirîn wext bajarê Minbicê bicîbihêlin.