Print this page

Dijîteror a Kurd: Emîrê DAIŞê Ebû Bekir Fransî hat kuştin

12:28:02

 

Rojava News:  Herwiha derbarê kuştina wî serkirdeyî de Hêza Dijteror a Kurdistanê li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku kuştina terorîst Ebu Bekir Fransî emîrê DAIŞê û berpirsê meşq û rahênana serbazî li Sûriyê ragehand.

Hêza Dijteror a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku piştî komkirina zanyariyan û dûvçûneke berdewam û bi alîkariya Hêzên Hepeymaniya Navneteweyî di 20ê vê mehê û di operasyoneke Hevbeş de a navbera Rêveberiya Asayîşa Hewlêr û Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî de serkirdeyê DAIŞê û berpirsê perwerdekirina serbazî li Sûriyê Yasir Haxor Mihmed ku bi navê Ebû Bekir Fransî dihat naskirin li bajarê Tebqayê hate kuştin.

Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Hêzên Dijteror a Kurdistanê ew serkirdeyê rêxistina terorîst ê DAIŞê di sala 1984an de ji dayîk bûye û di sala 2014an de jî tevlî DAIŞê bûye.