Print this page

Berpirsê nefta DAIŞê yê Nînowa hat kuştin!

11:22:48

 

Rojava News: Balefirên şer ên hêzên hevpeymanan, terorîsteke DAIŞê yê mezin kuştin, ku berpirsê karûbarê neftê yê parêzgeha Nînowa yê rêxistinê bû.

Li gor zanyariyên ku ji tora fermî ya dijî terora Kurdistanê de hatiye belav kirin, duh 05.03.2017ê terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Mihemed Omer ku berpirsê karûbarê nefta parêzgeha Nînowa yê rêxistina DAIŞê bû, li çar rêya Elsae ya rojavayê Mûsilê hate kuştin.

Herwaha hat gotin ku ew terorîstê DAIŞê ji aliyê balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve bû armanca êrîşê û hate kuştin.

Ji destpêka şerê dijî DAIŞê ve heta naha, hejmarek berçav ji berpirs û rêveberên payebilind ên DAIŞê hatin kuştin û herwaha di çend mehên borî de jî, derbeyên herî mezin ên leşkerî li wê rêxistina terorîst hate dayîn.