11:42:15
Rojava News: Li sînorê Pakîstan û Efxanîstanê li ser sê binkeyên leşkerî yê Pakistanê êrîş pêkhat û 5 leşkerên Pakistanê jiyana xwe ji dest da.
Li gor daxuyaniya artêşa Pakîstanê, duh şev li herêma eşîretan li ser sê binkeyên leşkerî êrîş pêkhatiye.
Herwaha di daxuyaniyê de hat gotin, di wê êrîşê de 5 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye û piştre jî şer û pevçûnek dijwar hatiye jiyan kirin û di wan pevçûnan de 10 çekdarên êrîşkar hatine kuştin.
Ji aliyê din ve heta naha nayê zanîn ew êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye pêkanîn û ti hêzekê berpirsyariya xwe ne ragehandiye.