12:54:26
Rojava News: Polîsê Malezyayê ragihand hewldanekê kuştina Şahê Erebîstana Siûdî Selman Ebdulezîz hatiye pûçkirin û 7 endamên DAIŞê jî bi tevê çekên xwe hatiye desteserkirin.
Berpirsê Polîsên Malezyayê Xalid Ebûbekir di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, ku 7 endamên rêxistina DAIŞê bi tevê çekên xwe hatine desteserkirin.
Ebûbekir da zanîn, van çekdaran xwe amade kirine li paytext Kuala Lumpurê êrîşî otêla Şah Selman Ebdulezîz bikin lê berî bigihin armanca xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.
Xalid Ebûbekir diyar kir, ku tev çekdarên hatine girtin endonezî û yemenî ne.
Polîsên Malezyayê ji bilî vê yekê ti zanyariyeke din parve nekir.
Şahê Erebîstana Siûdî Selman Ebdulezîn Siûd di dawiya meha Sibatê de dest bi geşta welatên Asyayê kiribû. Piştî serdana Endonezya û Malezyayê biryare serdana Maldîv, Brûneyî, Çîn û Japonyayê jî bike.