Print this page

Jina ku DAIŞê daxwaza wê dikir, Urdunê ew bidar vekir

Rojava News: Piştî rojekê ji belavbûna nûçeya kuştina pîlotê Urdunî Meaz Kesasibe, hat ragihandin ku Sacîde Rîşawî ya ku DAIŞê dixwest serbest bê berdan ligel girtiyekî din bi navê Ziyad Kerbûlî hatin bidarvekirin.
   

Çavkaniyên ewlekariya Urdunê diyar kirin ku dadgeha bilind a Urudunê îro berî nimêja sibehê cezayê bidarvekirinê derheqê Rîşawî û Kerbûlî cî bi cî kir.

Rêxistina DAIŞê pîlotê urdunî yê bi navê Meaz Kesasibe yê ku beriya niha li Sûriyê bi saxî ketibû destê çekdarên wê, şewitand.
    
    
Li gor heman çavkaniyan, cenazeyên wan du girtiyan piştî bidarvekirinê bi rêya otombîlekê re hatin veguhestin, lê nediyare bê jibilî wan ti girtiyekî din hatiye bidarvekirin yan na.


Sacîde Rîşawî ya ku DAIŞê dixwest Urdun wê li hemberî berdana Kesasibe azad bike, dema ku dixwest teqînekê li Emanê pêk bîne, hat girtin.

 

Li ser vê bûyerê, televîzyona fermî ya Ordunê ragihand, Meaz Kesasibe roja 3ê meha Çile ya îsal ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin û malbata wî jî ji vê yekê hatibû agahdarkirin.


 

Nerazîbûnên navdewletî li di dijî vê bûyerê derket, Wezareta Derve ya Amerîka jî kuştina Kesasibe ji aliyê DAIŞê ve bi tundî şermezar kir û ragihand ku Amerîka bi hemû awayekî piştgiriya Urdunê dike.