Rojava News: Piştî derbirîna nerazîbûna nişteciyên bajarê Mûsil`ê ya li hemberî reftarên çekdarên biyanî yên rêxistina teröristî Dewleta Îslamî, Ebo Bekir Bexdadî biryarek nû bo wan çekdarên biyanî derxist.
Li gor biryara Bexdadî çekdarên biyanî yên Rêxistina teröristî yê Dewleta Îslamî çi bikin û encam bidin serpişkin û çê nabe lêpirsîn digel wan bête kirin.
Ebo Bekir Bexdadî di wê biryarê de ragihandiye ku “eger çekdarên biyanî yên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ) di karên xwe de jî şaştiyan bikin asayî ye.”
Beriya niha ew kesên ji bereyên şer direviyan û dihatin gulebarankirin dibû sedema dilgiraniya çekdarên biyanî yên Rêxistinê, lewra wan kesa gefa devjêberdana rêxistinê dikirin.
jiber vê çendê Ebo Bekir Bexdadî ev biryar di berjewendiyên çekdarên biyanî yên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ) de derkir ku ev biryar bûye sedema dilgiraniya xelkê Mûsil`ê.