Rojava News: Komîteya Parastina Mafên Zarokan ya ser bi Rêxistina Netewên Yekbûyî di raportekê de belav kiriye ku, Rêxistina teröristî ya Dewleta Îslamî li Îraq`ê bi hezara zarok revandine û li bazaran karê kirîn û firotinê bi wan kiriye û digel wê jî hejmarek zor ji wan zarokan di karê kiryarên xweteqandinê de bi kar aniye û beşek ji wan jî kirine mertalên mirovî bo parastina bargehên xwe.
Rînîta Winter ya pisporê Mafên Zarokan ya ser bi Netewên Yekbûyî amaje bi wê yekê kir ku, bi sedan zarokên Kurdên Êzîdî û kêmenetewên din û olên li îraq`ê ji aliyê terorîstên Rêxistina Dewleta Îslamî bi rûyê êşkencedanê mirine û bi sedan jî hatine firotin.
Komîteya Parastina Mafên Zarokan ya ser bi Rêxistina Netewên Yekbûyî di beşek din ya raporta xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku, di dema niha de li Îraq`ê jiber tawanên Rêxistina teröristî ya Dewleta Îslamî di pileya yekem de li wê welatî zortirîn binpêkirin li hemberî zarokan hatine kirin