12:59:18
Rojava News: Keştiya bi navê Geroi Arsenala li behra reş noqî avê bû û ji 7 kesan agahî nayê girtin. Di keştiyê de 2 jê rûs, 9 Ukraynayî û yek jî Gurcî bi giştî 12 kes hebûn.
Hat zanîn keştî ji Rostov Oblasti yê ve ber bi Tirkiyê ve dihat.
Li gor wezareta beşa lezgîna a rêveberiya Kirimê û şêwirmendê serok Vladimir İvanov ragehand, keştiyên rizgar kirinê rêkirine cîhê bûyerê û kesek hatiye rizgar kirin û amadekarî tên kirin ku 4 kesên din jî derxin keştiyên rizgariyê.
Li gor nûçeya Rojnameya min.Ru İvanov gotiye: ‘’Kesekî hatî rizgar kirin rewşa wî pir girane, germayiya bedena wî pir daketiye. Germayiya avê 7-8 derece ye. Operasyon ji ber mercên xirab ê bahewayê bi zihmetî birêve diçe.
Herwaha hat zanîn ji 7 kesên din hîn ti agahiyek tineye.