03:25:49
Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ew rê nadin ti kesî ku Beşar Esed ji ser desthilatê bide alî
Îro 21ê Nîsana 2017an Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina xwe ya bi wezîrê derve yê Çînê Van În re konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û di konferansê de ragihand: “Em bi rastî fêm nakin çima duh çend welatên rojava projeya ku me pêşkêşî Encumena Ewlekariyê kiribû ku têde dixwest pisporên rêxistina OPCW biçe Sûriyê bajarê Idlibê da ku di derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de lêkolînan bike, rê hat girtin û biloke kirin.”
Sergey Lavrov herwiha diyar kir ku li gor nêrîna wî ev mijar pir cidî ye û got: “Êdî ev aşkere ye ku agahiyên çewt tên belavkirin, ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ev agahî ji bo ku benda 2254 ya Encumena Ewlekariya Netewên Yekgirtî cîbicî nekin, têne belavkirin. Ew benda ku rê ber hemû aliyên Sûriyê vedike ku beşdarî pêvajoya çareseriya krîza Sûriyê bibin. Armanca wê projeyê tenê ew e ku Beşar Esed ji ser deshilatê bidin alî, lê ez bawer im, em rê nadin vê yekê.”
Herwiha Sergey Lavrov îdia kir ku hemû daxuyanî bi giştî ji London û Parîsê ji aliyê pisporên wan ve tên belavkirin û got: “Ez nizanim, ew nimûneyên çekên kîmyayî ji ku tînin. Di heman demê de, ez vêya dikim pirsyar û ji London û Parîsê dipirsim û herwiha ji rêxisina OPCW dipirsim, ev nimûneyên çekên kîmyayî ji ku derê anîne, kê firotine wan?”