11:44:48
Rojava News: Rojnamevanekî nêzîkî hikûmeta Tirkiyê dibêje, fermande û rayedarên artêşa Tirkiyê “pilanên siyasî û serbazî” bo devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê amade kirine.
Derengiya şeva borî balafirên şer yên Tirkiyê li çeperên PKKê yên li çiyayê Şingalê dan, lê ne tenê ziyan li hêzên PKKê ket, komek pêşmerge jî şehîd û birîndar bûn.
Piştî wê bûyerê, rojnamevanê nêzîkî hikûmetê Ebdulqadir Selvî di gotara xwe ya îro de, ku di rojnameya Hurriyetê de hatiye belavkirin, behsa hevpeyvîna xwe bi fermande û rayedarên artêşa Tirkiyê re kiriye ku roja 23 Nîsanê hatiye encamdan.
Ebdulqadir Selvî daye zanîn ku fermandeyê giştî yê artêşê Hulûsî Akar, fermandeyê hêza asmanî Abidîn Ûnal û fermandeyê hêza jandarma Yaşar Guler re li ser operasyonên artêşê yên li derveyî sînor hevpeyvîn kiriye.
Selvî daye zanîn ku fermandeyê hêza asmanî ji wî re behsa operasyona Şingalê kiriye û gotiye, em ti carî nahêlin Şingal ji aliyê PKKê ve bibe Qendîla duyem. Ji ber wê jî pilanên me yên siyasî û serbazî li ser Şinglaê hene.
Wî rojnamevanê nêzîkî hikûmetê daye xuyakirin ku fermandeyên artêşê gotine, yan emê kêşeya Şingalê bi awayekî serbazî çareser bikin yan jî siyasî.
Li gorî Ebdulqadir Selvî, qedera operasyona Şingalê dê piştî hevdîtina roja 16 Gulana îsal ya serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokê Amerîka Donald Trump diyar bibe.