12:05:26
Rojava News: Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe de got: "Bi saya xebatên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê El Nûsra û muxalif ji hev hatin veqetandin.
Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe ya Konferansa Ewlehiya Neteweyî de got: "Bi saya xebatên Rûsya, Tirkiye û Îranê li Sûriyeyê El Nûsra (Fetih El Şam) û muxalif ji hev hatin veqetandin.
Sergey Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bi saya çalakiyî û kordînasyona nava Rûsya, Tirkiye û Îranê di çarçoveya formata Astanayê de rasterast di navbera muxalifên çekdar û hikûmeta Sûriyeyê de diyalog hate danîn.”