Print this page

Çelik: Tiştê herî xeter serdana Amerîka ya YPGê ye

12:24:26

 

Rojava News: Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê Omer Çelik daxuyaniya Amerîka ku ji bo êrişa Şingal û Rojava gotibû ‘em bi endîşe ne' rexne kir û ragihand ku ya herî xeter serdana YPGê ye.

Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyeyê Omer Çelik di axaftina xwe ya A Haberê de daxuyaniya Amerîka ku ji bo êrişa Şingal û Rojava gotibû ‘em bi endîşe ne' rexne kir û ragihand ku ya herî xeter serdana YPGê ye. Niha wêneyek di destê rojnamevanên tirk de heye. Fermandarekî amerîkî bi YPGeyiyan re serdana cihê ku TSKê bombebaran kiriye dike. Mijara ku mirov jê endîşe bike ev e."

Omer Çelik di berdewamiya axaftina xxwe de got: "Ji aliyê me ve kordînasyon tê dayîn. Em dikarin di vir de bêjin Tirkiye bi hevkarî tevdigere. Lê di destê rojnamevanên tirk de wêneyek heye. Fermandarekî amerîkî bi YPGê re serdana cihê ku TSKê bomberan kiribû dike. Fermandarekî artêşa NATOyê serdana kampa rêxistinê dike. Ev operasyon ji bo ewlehiya Tirkiyeyê hatiye kirin. Herkes dizane ku YPG û PYD ji bo ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd e. Ev wêne bi xeter e. Tirkiye wekî welatekî endamê NATOyê kampa rêxistinê bombebaran kiriye û welatekî din ê NATOyê jî çûye serdana kampê. Mijara ku mirov jê endîşe bike ev e."