14:58:13
Rojava News: Serokê Rêveberiya Operatîf a Serfermandariya Artêşa Rûsyayê Sergey Rudskoy ragihand, ji baregeha esmanî ya Hmeymîmê, nîvê firokeyên xwe vekişandine.
Sergey Rudskoy li Konferansa Ewlehiyê ya Moskowê axivî û got: “Ji ber ku li wî welatî hejmara rêxistinên terorî kêm bûne, biryar hate dayîn ku em hejmara firokeyan kêm bikin.”
Rudskoy herwiha diyar kir, ku ji destpêka operasyonên wan ên li Sûriyê heta niha Hêzên Esmanî yên Rusyayê zêdetirî 23 hezar car li esmanên Sûriyê firiyane û 77 hezar car êrîş pêk anîne.
Di meha Adarê ya 2016an de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, ji ber ku “peywira xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîne” beşek ji Hêzên Esmanî yên Rûsyayê ji Sûriyê vekişandibû.
Li baregeha esmanî ya Rûsyayê Hmeymîmê, bi hezaran leşkerên Rûsyayê hene.
Firokeyên şer ên Rûsyayê li Sûriyê li dijî DAIŞ, El-Nusra û dijbereyên Sûriyê êrîşên esmanî pêk tînin.