12:30:25
Rojava News: Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov ragihand ku hêvî dikin şandeyên muxalîfên çekdar jî beşdarî hevdîtinên Sûriyeyê ya li Astanayê bibin.
Bogdanov got: Em hêvî dikin ku ew (muxalîfên çekdar) jî bên û hevkarên me yên tirk jî bibin garantor; lewre ji xwe ev hevdîtinên li Astanayê bo axaftina pirsgirekan û bihêzkirina agirbesta li Sûriyeyê heye û got: "Lê hêj muxalîfên çekdar şandeyekê bo hevdîtinan ava nekiriye."
Tê plankirin ku di 3-4ê Gulanê de hevdîtinên Astanayê pêk bê.