Print this page

Pentagonê bang li Tirkiye û YPGê kir bala xwe bidin ser şerê DAIŞê

12:39:43

 

Rojava News: Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, ti hêz û wesayîtên zirhî yên wan li ser sînorê Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê nehatine bicîhkirin.

Evu du-sê roj in medyaya Tirkiyê behsa wê yekê dike ku Amerîka, ji bo ku nehêle Tirkiye li YPGê bide, hêz li ser sînorê Tirkiye û Rojava bicîh kiriye.

Li ser vê yekê berdevkê Pentagonê Jeff Davis ragihand, li tevahiya “Bakûrê Sûriyê” (Rojavayê Kurdistanê) hêzên wan û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hev re hereket dikin, sînorê Sûriye û Tirkiye û Iraqê jî di nav vê çarçoveyê de ye.

Jeff Davis li ser şer û aloziyên ku ev çend roj in di navbera hêzên Tirkiye û YPGê de derketiye jî ragihand, bila hemû hêz û alî berê xwe bidin şerê dijminê hevbeş, DAIŞê. Bi taybet HSD bila zêdetir bala xwe bide ser operasyonên Tebqa û Reqayê.