Print this page

Wikipedia li Tirkiyeyê hat astengkirin

13:01:18

 

Rojava News: Ansîklopediya înternetê ya herî mezin ê li cihanê Wikipedia li Tirkiyeyê hat astengkirin. Herwiha sedema asteng kirine jî nehat eşkerekirin.

Ansîklopediya înternetê Wikipedia ku ji hemû kesan re vekiriye û dikare haydarî barbike li Tirkiyeyê ji saet 08:00 vir ve hat astengkirin.

Dema ku lêgerîn hat kirin, "Navnîşana web ê ku niha hûn lêkolîn dikin, bi biryara dadgehê ve hatiye astengkirin."

Herwiha biryara asteng kirina li ser Wikipedia yê nehat eşkerekirin.