13:09:21
Rojava News: Wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragehand, em li Sûriyê amade ne li gel Amerîkayê bi awayeke temamî hevkariyê bikin.
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek da û ragehand, Moskowa di pirsa Sûriyê de li gel Amerîkayê amadeye di her aliyekê de hevkariyê bike.
Piştî ku Amerîkayê li ser binkeyê hêzên esmanî yê rejîma Sûriyê Şeyratê êrîş pêkanîbû, peyvendiyên Amerîka û Rûsyayê de alozî pêkhatibûn.
Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê heta naha Rûsya wek hevkarê herî sereke yê rejîma Sûriyê Beşar Esad tê zanîn û ji bo bi awayeke aştiyane pirsgirêk bê çareser kirin jî wek aktorek sereke dixwaze tevbigere û piştevaniyê li Esad dike.