Print this page

Erdogan sînyalên êrişeke din li ser Şingal û Rojava da

13:16:14

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan sînyalên êrişeke din li dijî çeperên PKKê li çiyayê Şingalê û Rojavayê Kurdistanê da.

Erdogan îro li Stenbolê, di civîna karsazên Komeleya TUMSIADê de axivî. Erdogan behsa operasyonên li dijî PKK û YPGê jî kir û ragihand, bila Amerîka û hêzên hevpeyman pişta YPGê negirin ji ber ku ew “terorîst” in û nabe mirov terorîstan bi destê hinek terorîstên din ji nav bibe. Bila bên em bi hev re şerê terorê bikin û bajarê Reqayê bikin goristana DAIŞê.

Serokomarê Tirkiyê behsa êrişên li ser çiyayê Şingalê û çiyayê Qereçoxê jî kir û got, di wan êrişan de gelek terorîst hatin kuştin. Emê cardin jî li wan deran bidin, te dît şevekî nişkave me dîsa êriş kir.

Erdogan daxwaza ji welatên Ewropa jî kir endam û berpirsên PKKê yên ku li wan welatan dijîn, teslîmî hikûmeta Tirkiyê bikin.

Roja 25 vê mehê, balafirên şer yên Tirkiyê li çeperên PKKê yên li ser çiyayê Şingalê û çiyayê Qereqoçaxê yê Rojava dabûn. Di êrişa Şingalê de 6 pêşmerge şehîd bibûn û 8 jî birîndar bibûn.