Print this page

DAIŞ êdî zaroka bikartîne!

12:24:04

 

Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê girte videoyek belav kir, ku zarokek bombe li pişta xwe girêdane û gef li hemwelatiyên Avustralya dike.

Di girte videoyekê de ku DAIŞê li ser torên xwe yên civakî belav kiriye, kurek bi navê Xalîd Şerov ê çekdarê DAIŞê ye, pişta xwe bi bombeyan girêdaye û gef li hemwelatiyên Avustralya dike.

Xalîd Şerov çekdareke Avustralyayî yê DAIŞê ye, piştî ku aşkera bûye peyvendiyên wî li gel DAIŞê hene, Avustralyayê rêgezname ango hevye jê standiye.

Ew zarok du dermançe û kêrek li gel e û kesek jî pirs lê dike ku dê çawa Avustralyayiyan bikuje.

Bombe li pişta zarokan girêdan û çek dayîna wan dijî hemû yasayên navnetewî ye û ti miroveke xwedî tenduristî ti demekê kareke waha nake, lê ev jî karta herî dawî ya DAIŞê ye.