11:13:06
Rojava News: Hat ragihandin ku emîrê DAIŞê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe li Mûsilê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên berdest, emîrê DAIŞê yê bi navê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe re li Mûsilê ji terefê hêzên federal ên Iraqê gve hatin kuştin.
Fermandariya polîsên federal a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya operasyonên rizgarkirina bajarê Mûsilê de berpirsê firqeya Hûfat û emîrê rêxistinê Ebû Ishaq El-Tûnsî li gel 4 cîgirên xwe li taxa Aboriyan hatin kuştin.
Herwiha Polîsên Fedral bereyên xwe yên pêşîn li navçeya Bab El-Tob, Hafet El-Nehir û Bab El-Bîd û Bab Cedîd bi çekên giran bihêzkirin.