Print this page

Rêxistina Hemasê vîzyona xwe ya nû îlan kir!

13:21:20

 

Rojava News: Berpirsê Buroya Siyasî yê Hemasa Rêxistina Berxwedana Îslamî li Filistînê Xalid Meşel vîzyona nû û belgeya siyasetê ya herekete îlan kir.

Berpirsê Hemasê Xalid Meşel di axaftina xwe de ragihand ku "Belgeya siyasetê nerîna hevbeş a saziyên navxwe û derve yên hemû serokên Hemasê nîşan dide."

Xalid Meşel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hemas hemî hewl û projeyên ku meseleya tesfiyekirina penaberên Filistînî ji xwe re dike armanc red dike. Mafê vegerînê ne tê îlxakirin ne jî tê kêmkirin."

Meşel di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hemas teqez dike ku tekoşîna wê ne bi sedem dînê wan li dijî cihûyan, lê li dijî projeya siyonîst e. Hemas ji ber ku cihû ne tekoşînê li dijî cihûyan nake, lê li dijî siyonîstên dagîrkerên êrîşker tekoşînê dike."