12:24:56
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê hemû aliyên beşdar gihîştin paytextê Astanaya Kazakistanê.
Serokê Daîreya Çapamenî ya Wezareta Derve ya Kazakistanê Anuar Jaynakov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Hemû aliyên beşdar ku wê tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li Astanayê bibin gihîştin Kazakistanê. Civînên navbera aliyan wê du rojan bidomin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura û serokê heyetên Tirkiye û Rûsya jî li vir in."
Amerîka, di hevdîtinên berê yên Astanayê de balyozê xwe yê Kazakistanê George Krol dişand, lê vê carê berpirsekî paye bilind ji bo hevdîtinan wezîfedar kir. Li gorî daxuyaniya Jaynakov, Amerîka ji bo hevdîtinên 3 û 4ê Gulanê Cîgirê Misteşarê Wezareta Derve Stuart Jones tayîn kir.