12:49:32
Rojava News: Pirensekî (şahzade) Siûdî dibêje, Erebistan ew şerê ku Îranê li dijî misilmanan ragihandiye, dê derbasî nav Îranê bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerqul Ewset, pirensekî Siûdî bi navê Mihemed Bin Selman gotiye, Erebistan û Îranê li ser ti tiştekî li hev nakin û ti xaleka hevbeş di navbera wan welatan de tine.
Mihemed Bin Selman her wiha gotiye, rêjîm û sîstema Îranê li ser bingeha îdolojiyeka radîkal û zeftkirina misilmanên cîhanê hatiye avakirin. Îran dixwaze “Qîble”ya misilmanan bixe destê xwe lê ewê nehêlin şerê ku Îranê derxistiye derbasî Erebistanê bibe, ewê şer bibin nav Îranê!
Wî pirensê Sidûî aniye ziman ku Îran dixwaze bi rêya şîetiyê tevahiya misilmanên cîhanê êxsîr bike heta “Mehdî zihûr bike!”
Li gorî Mihemed Bin Selman, kêşe û arîşeyên bi Îranê re bi diyalog nayên çareserkirin ji ber ku li Îranê kesek nîne ku ew pê re diyalog bikin. Zêdetirî 30 salan e rêjîma Îranê gelên Îranê xistiye tiqûfê û birçî hîştiye bo ku bigihê armanca xwe!