12:11:58
Rojava News: Duhî li bajarê Azerşehr ê eyaleta Gulistana Îranê di kanayeke komirê de teqîn pêk hatibû, di encamê de 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û gelek kanevam jî di bin axê de mabûn.
Li gorî zanyariyên berdest ku ji rayedarên fermî yên Îranê hatine wergirtin, hejmara kanvanên ku heta niha jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 35an.
Wezîrê Xebat û Civakî yê Îranê Elî Rebiî di axaftina xwe ya ajansa nûçe ya Karkerên Îranê (ILNA) de got: "Mixabin hemû kanavanên ku di bin axê de mabûn jiyana xwe ji dest dan." di kanayê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û li gorî rayedarên fermî heta niha cesede 21 kanavenan ji binê axê hatiye deranîn.
Serokê Saziya Legerîn û Xelaskirinê ya Heyva Sor Şahin Fethî jî di daxuyaniya xwe de gotibû: "Di encama kanayê de ji 40 kanavanî tenê 6 kes bi birîndarî hatin deranîn."