9:59:45 AM
RojavaNews: Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya meha Gulanê de serdanên xwe yên ewil, ber bi welatên Vatîkan, Îsraîl û Erebistana Siûdî dê bike.
Trump li Koşka Sipî ji rojnamevanan re axivî û li ser serdanên xwe yên derveyî Amerîkayê agahî dan.
Donald Trump geşta xwe ya ewil, dê li dawiya meha Gulanê dest pê bike û here welatên Vatîkan, Îsraîl û Erebistana Siûdî.
Serokê Amerîkayê herwiha li van her sê welatan, dê here cih û warên pîroz ên her sê olan.
Trump nexşerêya geşta xwe, li ser welatên sê navendên pîroz ên Misilman, Mesîhî û Cihûyan xêz kir.
Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama di sala 2009an de, serdana xwe ya ewil, bo welatê Kanadayê pêk anîbû.