Print this page

Libnan piştgiriya xwe ji Herêma Kurdistanê re ragihand

Rojava News: Serokwezîrê Libnanê Temam Selam piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de ragihand.

Di çarçoveya Kongreyê Asayişa Navdewletî li Munich (MSC51) de, civînek di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re ligel Serokwezîrê Libnanê Temam Selam û şanda ligel de birêve çû.

Derbarê naveroka civîna ligel Barzanî de, Temam Selam taybet ji BasNewsê re tekez kir ku: “Em wek hikûmeta Libnanê, bi hemû awayekî piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin.”

Kongreyê Asayişa Navdewletî li Munich (MSC51) roja 6ê Sibatê destpêkiriye û dê roja 9ê Sibatê bidawî were, hejmareke zêde ji serkirde û berpirsên leşkerî û ewlehî yên cîhanê têde beşdarin.