11:40:51
Rojava News: Wezîrê Parastin ê Îranê Huseyin Dehkan bertek tund nîşanî peyvên hemkarê xwe yê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da û Siûdî tehdîd kir.
Wezîrê Parastin ê Îranê Huseyin Dehkan di axaftina xwe ya televîzyona El Minar a libnanî de got: "Heke Erebîstana Siûdî li hemberî Îranê têkeve hewldaneke ehmeqî ya leşkerî li wî welatî ji xeyrî bajarên pîroz em tu cihên ewle nahêlin."
Huseyin Dehkan di bersivdayina pirsa ‘gelo Erebîstana Siûdî dikare şer têxe nava sînorê Îranê' de got: "Ez nizanim bê Erebîstana Siûdî dê vî karî çawa bike, lê ez wan ji bo nekirina karekî wiha ehmeq hişyar dikim. Lê heke bi îsrar vî tiştî bikin em ji bajarên pîroz Mekke û Medînê pê ve tu cihê bi ewle nahêlin."
Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman hefteya borî di axaftineke xwe ya televîzyonê de gotibû: "Berî ku şer bigihîje nava Siûdî divê em wî şerî di nava sînorê Îranê de bihêlin."
Herwiha rêvebiriya Tehranê li ser van peyvan wezîrê Siûdî nameyek ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şandibû û gilî kiribû.