Print this page

Urdûnê: Ji bo ewlehiyê em ê operasyonan li Sûriyeyê bikin!

12:31:20

 

Rojava News: Berdevkê hikûmeta Urdûnê Mihemed El-Momunî ragihand ku welatê wî dê berevaniya sînorê xwe bike û pêwîst be dê operasyonên leşkerî li nava Sûriyeyê bike.

Mihemed El-Momunî di axaftina xwe de got: "Heta niha Urdûn berdewam e li ser helwesta xwe li hember Sûriyeyê. Urdûnê Li ser avakirina deverên aram ên sînorê Urdûnê îmze nekiriye."

Roja 4 vê mehê di danûstandinên Astanayê de, Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina 4 herêmên aram îmze kiribûn ku herêmek jê li nêzîkî sînorê Urdûnê ye.

Herwiha Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mualim da xuyakirin ku encamdana çi karekî leşkerî ji aliyê Urdûnê bê hevahengî digel wan de, binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye, lê di heman demê de jî Mualim dûr dît ku Sûriyeyê rûbirûyî Urdinê bibe.