Print this page

Bexdadî ji ber dijwarbûna bombebaranan ji Reqe revîyaye Mûsilê

 

Rojava News: Jêderekî asayîşê aşkere kir, Ebubekir Bexdadî û seranên pêşyê yên Daişê ji bajarê Reqe ji Sûrîyê hatîne nava bajarê Mûsilê.

Jêderekî asayîşê jinava Mûsilê ev nûçe piştrastkirîye, ku jegerê tundibûna êrîşên asmanî li ser bajarê Reqe li Sûrîya, Bexdadî û fermandeyên serekî yên Daişê hatine baregayekê nû li nava bajarê Mûsilê.

Ragîhand jî, Bexdadî zêdetir ji baregayekî li nava Mûsilê heye û hindek caran li kenarên Mûsilê ye daku ji bombebarana hevpeymanan parastî be.

Sumerîye News ev nûçe piştrastkirîye û ragîhandîye ku karwanekî mezin yê tirimbêlên pêşkeftî û gulle nebir li Mûsilê hatine dîtin ku Ebubekir Bexdadî di nava tirimbêlek ji wan da hatîye dîtin.

Dîsan heman jêderan amaje kirîne ku ev nûçe raste û li kanalên bawerpêkirî yên Daişê li nava Mûsilê jî hatine piştrast kirin.