10:28:27
Rojava News: Hat ragihandin ku heta niha di çarçoveya formula 1 bi 1ê de welatên Yekîtiya Ewropayê 5 hezar û 180 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê wergirtine.
Li gorî nûçeya Bahar Bakira rojnameya Haberturkê, ji 4ê Nîsana 2016an ve di çarçoveya peymana Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ya îadekirina penaberan de heta niha Ewropayê hezar û 93 penaber îadeyî Tirkiyeyê kirin. Ji van 498 pakistanî, 178 sûriyeyî, 111 cezayîrî, 80 bangladeşî û 76 jî afganî ne. Din ava 5 mehên dawî de Tirkiyeyê tenê 256 penaber ji Ewropayê wergirtin.
Herwiha heta niha di çarçoveya formula 1 bi 1ê de Tirkiyeyê 5 hezar û 180 sûriyeyî şandin welatên Yekîtiya Ewropayê. Di serê meha Rebendana 2017an de ev reqem 2 hezar û 992 penaber bû. Di nava 4 mehên dawî de hejmara penaberên sûriyeyî ku Ewropayê ji Tirkiyeyê wergirtin jî 2 hezar û 188 kes in. Di demên dawî de bertekên Tirkiyeyê ku heke peymana serbestiya vîzeyan çênebe em peymanê bi cih nayînin Ewropa tirsand, lewma xuya dike ku di demên dawî de Ewropa ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bigire zêdetir penaberên sûriyeyî wergirtin.