Print this page

Wezîrê Îsraîlî “dema wê hatiye ku Beşar Esad bê kuştin’

12:34:15

 

Rojava News: Wezîrê binesazî û niştecîhbûnê yê Îsraîlê Yoav Galant daxwaz kir, dîktatorê Sûriyê Beşar Esad bê kuştin.

Îro di civîneke çapemeniyê ya li bajarê Qudisê de wezîrê Îsraîlî Yoav Galant got: ‘’Li gor baweriya min dema wê hatiye ku Beşar Esad bê kuştin.’’

Li gor malpera The Times of Israel Galant got, di vê cîhanê de ti cîh bo Beşar Esad nemaye.

Yoav Galant got, rewşa naha ya Sûriyê ev e, rejîm xelkê sivîl darve dike û çekên kîmyayî bikartîne. Herwaha Esad li Sûriyê geheştiye asta tewanên komkujiyê ku ji ber vê jî bi sedan hezar kes hatin kuştin.

Dawiya axaftina xwe de jî Galant got: ‘’Kuştina Beşar Esad wekî ku dûvê mar bê birîne, lê piştre jî divê serê mar bê pan kirin ango Îran serê mar bixwe ye.’’