10:23:36
Rojava News: Li gorî agahiyên xelkê bajarê Mûsilê di destê wan tu xwarin û zad nemaye lewma wan jî dest bi xwarina giha kiriye.
Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê bi hemû hêz û leza xwe didome. Ji şer û pevçûnan rojane nêzîkî 15 hezar însan dibin penaber. Herwiha ji xeyrî mertirsiya şer û pevçûnan gel li hemberî birçîtiyê rû bi rû maye. Welatî dibêjin ‘xelk bi nanûzikî dijîn. Beşek ji wan bi radeyeke metirsîdar lawaz bûne.'
Li gorî agahiyên welatiyên Mûsilê, xelk giha dixwe. Ji ber ku tiştekî bi dest nediket, malbatên me ji ber tirs û birçîna, her li malê bûn. Ji birçîna me 10 kîlo da. Her roja me bi tirs û lerz derbas dibû. Ez 92 kîlo bûm, niha bûme 80 kîlo.
Mûsilî li ser rêya mirinê, ji mirinê direvin. Hinek kes gava xwe digihînin kampan, êdî nikarin tevbigerin. Hinekên wan jî li ser rê jiyana xwe ji dest didin.