13:21:05
Rojava News: Hilbijartinên serokomarî û encumenên bajar û gundan li Îranê dest pê kir û yekemîn deng jî Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyê avête sindoqa dengdanê.
Îro înê 19ê Gulanê saet 08:00 li gor dema Tehranê (06:30 bi dema Hewlêrê), hilbijartinên serokomarî û encumenên bajar û gundan li seranserî Îranê û herwiha Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di xulekên destpêkê de dengê xwe avêt sindoqê, her wiha serokomar û namzedê serokomariyê Hesen Rûhanî jî dengê xwe da.
Li gorî amarên fermî yên ku Wezareta Navxwe ya Îranê belav kiriye, di hilbijartinên vê carê de 56 milyon û 410 hezar û 234 kes ji welatiyên îranî mafê dengdanê hene.
Her li gorî Wezareta Navxwe ya Îranê, 1 milyon û 350 hezar û 294 kes bo cara yekem dibin xwediyê mafê dengdanê û di hilbijartinên îsal de dê bo yekemîn car dengên xwe bavêjin sindoqên dengdanê.
Di hilbijartinên îsal yên serokomariya Îranê de 4 namzed hevrikiyên dikin ku hevrikiya herî tund di navbera Rûhanî û Reîsî de ye.